Ji DEM Partiyê daxuyaniya hevdîtina şanda Îmraliyê ya bi Serok Barzanî re

Ji DEM Partiyê daxuyaniya hevdîtina şanda Îmraliyê ya bi Serok Barzanî re

PeyamaKurd - DEM Partiyê derbarê hevdîtina şanda Îmraliyê ya ku îro li Hewlêrê bi Serok  Mesûd Barzanî re pêk hat û 1 seet û 45 deqe dom kir de daxuyaniyek da.

Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Sirrî Sureyya Onder, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk, parlamenterên Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç û parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê pêk tê, li Hewlêrê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî hate pêşwazîkirin.

DEM Partiyê ragihand: "Hevdîtina ku li nivîsgeha Barzanî ya li navçeya Pîrmanê ya Herêma Kurdistanê pêk hat 1 seet û 45 deqe dom kir. Ev hevdîtin di çarçoveya serdanên ku şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Rêzdar Abdullah Ocalan re dest pê kirine de pêk hat."

Derbarê naveroka hevdîtinê de jî wiha hate gotin: "Di hevdîtinê de şanda Îmraliyê bi taybetî derbarê hevdîtinên ku bi Rêzdar Ocalan re hatine kirin de agahî da, dîtin, pêşniyar û ramanên Barzanî yên derbarê pêvajoyê de wergirt. Şande dê sibê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk bîne û piştre dê derbasî Silêmaniyê bibe û bi Serokê YNKê Bafil Talebanî û Qubad Talebanî re hevdîtin pêk bîne."

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.