Hêjmara bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Almanyayê 3 milyar dolaran derbas dike

PeyamaKurd – Qebareya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Almanyayê de par gihiştiye 3 milyar dolaran. Endama Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Şîrîn Yahya Halîl jî diyar kir ku beşeke girîng ji vê hejmarê Herêma Kurdistanê digire nava xwe.
Şîrîn Yahya Halîl diyar kiriye ku Almanya şirîkekî girîng ê bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê ye û nêzîkî 85 kompaniyên Almanî li herêmê kar dikin.
Şîrîn Yahya Halîl got, "Berhemên sereke yên ku ji Almanyayê tên îthalkirin, amûrên teknolojiyê, amûrên elektrîkê, malzemeyên tibî, derman û otomobîlan in."
Herwiha diyar kir, kompaniyên Almanî yên otombîlan wek BMW û Mercedes li Herêma Kurdistanê ofîsên wan hene.
Şîrîn Yahya Halîl anî ziman ku şîrketên Alman ne tenê di sektora otomotîvê de, di sektora înşaatê de jî çalak in û got ku ev hevkarî ji bo aboriya herêmê alîkariyeke girîng e.
Ji aliyeke din ve îro li Almanyayê welatî ji bo hilbijartinên parlementoya federal diçin ser sindoqan, tê çaverêkirin ku encamên hilbijartinan bandorê li siyasetên aborî û têkiliyên bazirganî yên derve yên welat bike.
Şîrîn Yahya Halîl derbarê bandora hilbijartinan li ser pêwendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Almanyayê got, "Bêrîyek wê hebe, lê em hêvî dikin ku ev bandor neyînî nebe."
Li gor daneyên Daîreya Îstatîstîkê ya Almanyayê di van 2 salên dawîn da hilberîna nesafî ya welêt ji sedî 0,5 kêm bûye. Ev kêmbûn ji bo aboriya Almanyayê di 25 salên dawî de asta herî nizm nîşan dide.





