Li Konsolosxaneya Rûsyayê ya li Fransayê teqîn pêk hat

Li Konsolosxaneya Rûsyayê ya li Fransayê teqîn pêk hat

PeyamaKurd – Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê li Konsolosxaneya Rûsyayê teqînek pêk hat. Çapemeniya Fransayê ragihand ku 2 molotof avêtin avahiya konsolosxaneyê. Ajansa Reutersê ragihand ku dengê teqînekê li nêzîkî konsulxaneyê hat bihîstin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çapemeniya herêmî ve hatin belavkirin, piştî teqînê ekîbên agirkujiyê bi lez sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Serkonsolosê Rûsyayê yê li Marsîlyayê piştrast kir ku teqîn di hundirê konsolosxaneyê de pêk hatiye. 

Lêpirsîna derbarê sedemên êrîşê û berpirsên êrîşê de berdewam dike.

Karbidestên Rûsî ji ajansa RBCyê re ragihandin ku ew li ser hûrgiliyên bûyerê lêkolînê dikin. Piştî teqînê li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin, der barê rewşa xebatkarên konsolosxaneyê de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.