Trump: Ez bi biryar im Xezeyê bikirim

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, plana xwe ya bo radestkirina Xezeyê û avadankirina wê ji aliyê Amerîkayê ve dubare kir û got, “Ez bi biryar im Xezeyê bikirim.”
Trump, di balafira Air Force One de ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsên derbarê plana wî ya Xezeyê de got, "Em dikarin ji bo avadankirina wê Xezeyê bidin dewletên din ên Rojhilata Navîn, lê dikarin di bin serweriya me de vê bikin. Lê belê em bi biryar in xwedîtiya wê derê bikin, bikirin û rê nedin Hemas vegere.”
Li aliyê din Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskov jî li ser daxuyaniya Trump a Xezeyê diyar kir, ew dê li benda hurgiliyên wê biryar bin.
Trump plana xwe ya Xezeyê 4ê Sibatê piştî hevdîtina ligel Binyamîn Netanyahû eşkere kiribû.
Ev nivîs 264 car hatiye xwendin.




