Li Balikesîrê mînîbusa karkeran welgeriya: 18 kes birîndar bûn

Li Balikesîrê mînîbusa karkeran welgeriya: 18 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Gonen a Balikesîrê bajarê Tirkiyeyê mînîbusa karkerên fabrîkayê welgeriya, hat ragihandin ku 18 kes birîndar bûn birîna kesekî ji wan xedar e.

Hat diyarkirin ku serê sibê saet di 08:00an de li ser navçeyên Balikesîrê, Bandirma-Gonenê qezayeke trafîkê pêk hat.

Mînîbusa ku karkerên fabrîkayekê tê de bûn, ji ber baran û mijê ji kontrolê derket û welgeriya. Di qezayê de 18 kes birîndar bûn

Piştî alîkariya ewil a ekîbên tenduristiyê ku hatin devera qezayê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bandirmayê.

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.