Îsraîl: "Yê ku dewleta Filistînê bixwaze dikare li ser axa xwe ava bike"

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên ku gotibû divê li ser axa Erebistana Siûdî dewleteke Filistînî ava bibe, wiha got: "Kî bixwaze dewleteke Filistînê ava bike bila li ser axa xwe bike."
Radyoya Artêşa Îsraîlê daxuyaniyên Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen ku dişibin daxuyaniyên Netanyahu yên derbarê avakirina dewleteke Filistînê li ser xaka Erebistana Siûdî ye.
Cohen got, "Kî bixwaze dewleteke Filistînê ava bike, dikare li ser axa xwe ava bike. Em ê li dijî vê dernekevin. Welatên erebî hene ku li qadeke berfireh belav bûne û dibe ku li wir dewleteke Filistînî were avakirin."





