Ozturk: Ocalan xwest nêrînên xwe bi Kak Mesûd re parve bike

PeyamaKurd – Parlamentarê DEM Partiyê Berdan Ozturk, li ser biryara heyeta Îmraliyê ya ku roja 16ê Sibatê serdana Herêma Kurdistanê dike û Serok Mesûd Barzanî jî di nav de bi berpirsên Herêma Kurdistanê re dicive daxuyanî da.
Ozturk diyar kir ku Abdullah Ocalan ji şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê xwestiye ku serdana Herêma Kurdistanê dikin.
Berdan Ozturk da xuyakirin, şanda Îmraliyê ya ji Pevrîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û berpirsên partiyên pêk tê, wê serdana Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bike û bi wan re bicive.
Parlamentarê DEM Partiyê û Hevserokê Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk di bultena Rûdawê de diyar kiriye ku ew heyet bi daxwaza Ocalan serdana Herêma Kurdistanê dike.
Ozturk wiha axivî: “Şandeya me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Birêz Ocalan xwest nêrînên xwe bi Kak Mesûd, Kak Nêçîrvan, Kak Bafil û Kak Qubad û heger tenduristiya xwe baş be bi Hêro Xanimê re bicive. Şandeya Îmraliyê dê nêrînên Abdullah Ocalan bi Kak Mesûd, Kak Nêçîrvan Kak Bafil û Kak Qubat re par ve bike. Şandeya me dê nêrînên wan wergire û îhtîmaleke mezin dê careke din serdana Îmraliyê bike. Ti payemake nivîskî ya Abdullah Ocalan nîne lê nêrînên xwe parve kirine. Bi taybetî Ocalan ji şandeyê xwestiye ku biçe bi Kak Mesûd, Kak Nêçîrvan, Kak Bafil û Kak Qubat bibîne. Ocalan nêrînên xwe ji şandeyê re gotiye û xwstiye nêrînên wan jî wergire. Nêrîna wî devkî bûye tiştekî nivîskî nîne. Hûn dizanin pirsgirêka Kurd roj bi roj kurtir dibe. Ev pêvajoya li ser banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kir. Pirsgirêk kûr dibe û devletê jî ev dît. Gotinên Kak Mesûd gelekî muhîm in. Her demekî rolekê wî heye. Em hem dê fikrê birêz Ocalan par ve bikin hem jî fikrê Kak Mesûd wergirin.”
Ev nivîs 294 car hatiye xwendin.




