Daxuyaniya Netanyahu ya li ser Sûriyê

Daxuyaniya Netanyahu ya li ser Sûriyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu banga avakirina herêmeke bi temamî bêçek li başûrê Sûriyeyê kir.

Netanyahu gotinên xwe di merasîma mezûniyetê de ji bo efseran li navçeya Holon, li başûrê Tel Avîvê, roja Yekşemê, 23ê Sibata 2025, pêşkêş kir.

Netanyahu da zanîn ku ew rê nadin hêzên Tehrîr el-Şam û artêşa nû ya Sûriyê ji başûrê Şamê derbas bibin, Netanyahu daxwaz kir ku başûrê Sûriyê bi temamî bê çekdarkirin.

Netanyahu got: "Welatê min qet rê nade hikûmeta nû ya Sûriyê ku hêzên xwe li başûrê paytext Şamê bi cih bike."

 
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.