Bi ser çend riyên serekî yên Hewlêrê de xwê tê rijandin

PeyamaKurd – Birêveberiya Çêkirin û Parastina riyan a Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hinek riyan ji ber sermaya zêde qeşa girtiye û astengiyên hatûçûnê çêbûne û tîmên wan bi berdewamî xwiyê bi ser wan riyan de dirijînin.
Îro (24.02.2025) Birêveberiya Çêkirin û Parastina Riyan a Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Piştî pêla barîna berfê li Herêma Kurdistanê û sînorên Hewlêra paytext, nizimbûna pileya germê a di bin sifirê kir ku rê qeşa bigrin. Ji loma otomobîl bi zehmetî dikarin biçin û bên, ji lew re tîmên me dest pê kirine bi şev û roj xwiyê bi ser çend riyên cuda de dirijînin.”
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.




