Nifûsa Herêma Kurdistanê 7 milyon derbas kir

Nifûsa Herêma Kurdistanê 7 milyon derbas kir

PeyamaKurd – Encamên serjimêriya giştî ya ku li Iraq û Herêma Kurdistanê piştî navbereke 37 salan hatibû kirin, hatin eşkerekirin. Serjimara giştî ya Iraqê weke 43 milyon û 283 hezar û 863 kes hat diyarkirin. Hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê jî weke 7 milyon û 11 hezar û 584 kes hat tomarkirin. 

Wezareta Plandanan ya Iraqê îro Duşemê (24.02.2025) encamên dawî yên serjimêriya ku di dawiya sala 2024an de hatibû encamdan eşkere kir. Li gorî vê yekê nifûsa giştî ya Iraqê weke 46 milyon û 118 hezar kes hat diyarkirin. Li gorî daneyên destpêkê yên di Mijdara 2024an de hatin ragihandin, nifûsa wê 45 mîlyon 407 hezar e.

Li gorî serjimêriya herî dawî hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê 7 milyon û 11 hezar û 584 kes e.

Li gorî daneyên destpêkê:

Serjimara giştî ya Iraqê 43 milyon û 283 hezar û 863 kes hat diyarkirin.

Hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê weke 7 milyon û 11 hezar û 584 kes hatiye tomarkirin.

Belavbûna Nifûsê li Bajar û Gundan

Li seranserê Iraqê: %70.17 li bajaran, %29.83 li gundan

Li Herêma Kurdistanê: %84.57 li bajaran, %15.43 li gundan dijîn.

Belavbûna Nifûsê li gorî Komên Temenî

 Li seranserê Iraqê:

0-4 sal: 11,16%

5-14 salî: 24,74%

Temenê 15-64 salî (nifûsa temenê xebatê): %60,44

Temenên 65 û mezintir: %3,66

Li Herêma Kurdistanê:

0-4 sal: %9,92

5-14 salî: %21.76

15-64 salî (nifûsa temenê kar): %63,92

Temenên 65an û mezintir: %4,4

Belavbûna Nifûsê li gorî Rewşa Zewacê

 Li seranserê Iraqê:

Azeb: %41.6

Zewicî: 54.01%

Hevberdan: %1.28

Kesên cuda dijîn: %0,24

Bî: %2.8

Li Herêma Kurdistanê:​​

Azeb: %41

Zewicî: %55.83

Hevberdan: %0.66

Kesên cuda dijîn: %0,33

Bî: %2,18

Rêjeya Karmendan di Sektorên Giştî û Hikûmetê de

Iraq bi giştî: %38,25

Li Herêma Kurdistanê: %37.18

Temenê ji bo Zewacê:

Ji bo mêran li Iraqê: 23 salî

Ji bo jinan li Iraqê: 20 salî

Rêjeya Mirina Dayikê:

Li Iraqê ji sedî 100,000 jinan mirina bi zayînê ji sedî 26,7 hatiye tomarkirin. Li Herêma Kurdistanê ev rêje %34.3 ye.

Rêjeya jidayikbûnê:

Rêjeya jidayikbûnê li Iraqê %3.9 û li Herêma Kurdistanê %3.5 e.

Rewşa Aborî:

Rêjeya wan kesên ku kar dikin, li gorî serjimariyê 15 salî û zêdetir li Iraqê %41.61 û li Herêma Kurdistanê %46.06 e. Di nav kesên ku naxebitin zarok, xwendekar û jinên ku karên malê dikin jî hene.

Rêjeya wan kesên ku di sektora giştî û taybet de kar dikin, %38.25ê wan kesên ku li Iraqê kar dikin û li Herêma Kurdistanê jî %37.18 e. 

Ev dane nîşan didin ku li Herêma Kurdistanê li gorî Iraqê rêjeya bajarvaniyê û pêkhateya nifûsa kevintir e. Herwiha li Herêma Kurdistanê rêjeya zewacê zêdetir e û rêjeya telaqê jî kêmtir e. Rêjeya xebatkarên di sektora giştî de dixebitin li her du herêman nêzî hev in.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.