Çêkirina Hewza Zankoyê bi dawî bû: Milyonek metrekup av tê hiltê

PeyamaKurd – Çêkirina hewza Zankoyê ya li Hewlêra paytext bi dawî bû ku milyonek metrekup av tê hiltê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Îlona 2024an de kevirê wê yê bingehîn danîbû û hat ragihandin ku di nava 6 mehan de ev proje bi dawî bûye.
Hewza Zankoyê li qezaya Kesnezanê ya Hewlêra paytext e û 17 metre bilind e. Dirêjiya wê 180 metre ye, firehiya wê 80 metre ye û ji aliyê arsaqê ve firehiya wê 6 metre ye. Ev hewz ji bo wê yekê hatiye lêkirin ku yek milyon metrekup av tê hilê, ku bi awayekî girîng beşdariyê li xebatên parastina avê ya li herêmê bike.
Hat diyarkirin ku ji xeynî depokirina avê, Hewza Zanko dê sûdê bide tûrîzm, çandinî, û nûvekirina avên bin erdê jî. Her weha dê bedewiya xwezaya herêmê jî zêde bike û ji lehiyeke mihtemel re jî bibe berbend.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.




