Parlamenterê Iraqê hişyariya Beasê da: Di nav hikûmetê de bicih bûne

Parlamenterê Iraqê hişyariya Beasê da: Di nav hikûmetê de bicih bûne

PeyamaKurd - Nûnerê Parêzgeha Besra li Parlamentoya Iraqê Xelef Ebdilsemed, hişyarî da ku hejmariya endamên rejîma berê ya Beasê li nav dam û dezgehên hikûmetê zêde bûne.

Xelef Ebdilsemed, li ser rûpela xweya Facebookê gotiye ku vê dawiyê wezîrekî Beasî wekî Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê hatiye tayînkirin.

Ebdilsemed dibêje; “Em bi awayekî bêhêvî çavdêriya bêdengiya piraniya we li ser berdewambûna zêdebûna bandora Beasiyan li nav dezgehên hikûmetê dikin, cara dawiyê jî danîna wezîrê serdema Rejîma Beas Ebdilîla Tikrîtî bû ku wekî Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê hatiye danîn.”

Xelef Ebdilsemed diyar kiriye, “Beasî postên girîng li wezaretên serkirdetiyê werdigirin, wekî Wezareta Derve û yên din jî, ji bilî bizavên ku ji bo hilweşandina Desteya Lêpirsîn û Dadperweriyê tên kirin.”

Wî parlamenterî daye zanîn, “Medyaya Beasiyan li ser mejiyê ciwanên me kar dike, bê ku ti karekî ji bo rawestandina vê berfirehbûna hizirî ya Beasiyên tawanbar bê kirin.”

Ebdilsemed gotiye, “Divê helwesteke cidî werbigirin û li hesabên xwe vegerin û serpişkiyan darêjin û xwe ji civaka xwe cuda nekin, ku gelek azar li ser destê Beasiyan dîtine.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.