Komîserê Bilind ê NY hişyarî da: Dibe ku dîktatorî vegerin!

Komîserê Bilind ê NY hişyarî da: Dibe ku dîktatorî vegerin!

PeyamaKurd - Komîserê Bilind ê Mafên mirovan di Neteweyên Yekbûyî (NY) de Volker Turk, hişyariya vegera serdema dîktatoran da.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, îro 24ê Sibatê daxuyaniyek da û tê de hişyarî da ku dema ‘dîktatorên’ ku sûcên giran kirine dibe ku ‘ji nû ve vegere’.

Turk, ji bo pêşîgirtina vê rewşê ku bi awayekî gelekî metirsîdar bi nav kir, hişyarî da û ev bangewazî kir:

“Beriya bi sedan salan bikaranîna hêzê ya bêsînor ji aliyê yên bi hêz ve, kuştina sivîlan, veguhestina nifûsê û karkeriya zarokan tiştên asayî bûn. Dîktatoran dikarîbûn fermana van tawanên bêrehm bidan ku bûne sedema mirina gelek mirovan. Baldar bin: Dibe ku careke din ev yek rû bide.”

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.