ENKS: Diyaloga Sûriyê bê Kurda bi ser nakeve

ENKS: Diyaloga Sûriyê bê Kurda bi ser nakeve

PeyamaKurd – Konseya Netewî ya Kurd ya Sûriyê (ENKS) pêvajoya amdekariya ‘Konferansa Diyaloga Netewî ya Sûriyê’ bi tundî rexne kir û got konferans alelecele têkirin û eger pêkhateyên Sûriyê tevlî konferansê nebin, wê pirsgirêka çarser nebe û negihên armanca xwe.

Komîta amadekar îro li Şamê dest bi amadekariyan kir û wê 2 roj dewam bike. Di roja yekê dê wê mavanên xwe pêşwazî bike û di roja 2em de dest bi civînan bike. ENKS, li ser mijarê daxwuyaniyekî nivîskî da û got ji bo êşa xelkê Sûriyê bi dawî were, sîstemekî ne navendî lê demokratik û demkiya siyasî ku derbasî sîstemekî rûniştî bibin, desteka xwe ragihand.

ENKS, her weha xwest ku di destûra nûh de mafên temamê pêkhateyên li Sûriyê li gor peymanên navdewletî çêbibin. ENKSê got ku şeklê organîzasyonê bi xwe pirsgirêke. ENKS weha dewam kir:

“Duristkirina konferansê ya bilez û tenê rojekî berê agahdayîn, daxilnekirina pêkhateyên siyasî û pêkhateyên netewî, piştguhkirina mafên xelkê Kurd yên netewî bo ortaxiyê, tê vateya piştguhkirina mafan û divê konferans li ser hewla lihevkirina mafan be.”

Di çend rojên berê de li Şamê, di bin navê ‘Rêya Diyaloga Netewî’ grûbekî ku ji Hasekiyê çûbû Şamê, pê re civînekî çêkiribûn, ti partiyekî dawetî civînê nekiribûn û tenê çend kesayetiyên Kurd tevlî civînê bûbûn.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku pêvajoya dawetê tenê bi ‘bijartin û şexsî’ tê îdarekirin, temsîla hêzên siyasî bi mêzên nayê kirin, konferans ji zelaliyê dûre û divê şansê serkeftinê bê lêpirsîn. ENKSê got:

“Em ê destekê bidin pêvajoya çareseriya siyasî ya ku zor li ser civakên siyasî û etnîkî tinebe û Sûriyekî ku bi vî rengî be, destek bikin. Diyalogekî rast, nabe ku hinek civakan di derveyê pêvajoyê de bihêlin, mafê pêkhateyan piştguh bikin. Pêvajoya ku mafê temamê pêkhateyan bixin bin garantiyê nebe, serkeftin nabe.”

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.