Dema berf dibare, Çiyayê Qerejdaxê dibe navenda ziyaretvanên herêmê

PeyamaKurd – Şemateka Qerejdaxê dikeve bilindahiya Çiyayê Qerejdaxê. Qerejdax bi xwe di havînan de zozanê navçên Sêwerekê, Wêranşehrê, Diyarbekir, Çinar û Dêrikê. Di dema berf dibare, navenda şemateka Qerejdaxê qelebalix dibe û xelk li wê derê hem şemateka xwe dike û hem ji xwe re pîknîkê dike.
Îsal jî, piştî barîna berfê xelk ji bajarên Mêrdîn, Riha, Semsûr û Diyarbekirê diçin Qerejdaxê û kêfa zivistanê dikin. Kesên bixwazin dikarin bi xwe re li wê derê manqela xwe vêxin û goşt an kebabên xwe bibirêşin û yên derfetên wan nebin, dikarin li xwaringeha an kafeterya wê derê xwarina xwe bixwun.
Bi taybetî xelkê Qerejdaxê hînî şematekê bûye û dikarin bi şalwarên xwe û kefî egala xwe ve, xwe ji bilindahiya Qerejdaxê bişemitînin heta qûntara ciyê şematekê.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.




