Yekîtiya Ewrûpayê wê bi 3,5 milyar Euroyî destekê bide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Seroka komisyona YEyê Ursula von der Leyen, ragihand ku wê di meha Adarê de bi miqdarê 3,5 milyar Euroyî destekê bide Ûkraynayê û bi vê destekê re wê temamê desteka YEyê ya bo Ûkraynayê bigihê 134 milyar Euroyî. Leyen got:
“Ewrûpa di vê wexta krîtîk de ji bo Ûkaynayê xwurt bike bi hevre ye.”
Leyen, axaftina xwe di 3em salvegera şerê navbera Rûsya-Ûkraynayê de, li Kievê di civîna ku bi lîderên Ewrûpayê û Kanadayê re kir û navê civînê ‘desteka Ûkryana’ bû de kir. Leyen di axaftina xwe de weha dewam kir:
“Rûsya dixwaze Ûkrayna teslîm bibe. Şerê li Ûkraynayê ji aliyê dahatûya Ewrûpa de mijareka navendiye û krîza herî mezine. Putin ji bo di sehayê de şer qezenc bike, niha bêhtir dixebite. Karê me yê ewilî ewe ku em berxwedana Ûkraynayê xwurt bikin…
Em ê civînekî konseya Yekîtiya Ewrûpayê ya taybet bikin. Di civînê de emê çawa şiyanên bergiriya Ewrûpayê zêde bikin û çawa hilberîna çekan zêdetir bikin, planekî deynin ortê. Wê Ûkrayna jî jê fêde bibîne.
Me, di mijara enerjiyê de jî planekî amade kiriye û armanca me ew e ku Ûkrayna bibe xwediyê sîstemekî berxwedêr ya enerjiyê ya bi ewle û bi reqabet. Heya dawiya sala bê, em ê bazara enerjiya elektrîkê ya Ûkrayna û Maldovayê, bi bazara YEyê re bi temamî entegre bikin.”
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




