NY, daxwaznama vekişîna Rûsyayê ya ji Ûkraynayê qebûl kir

NY, daxwaznama vekişîna Rûsyayê ya ji Ûkraynayê qebûl kir

PeyamaKurd – Di civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de daxwaznama ku Rûsya yekser ji Ûkraynayê vekişe, di dengdanê de hat qebûl kirin. Daxwazname bi 93 dengên erênî bi 18 dengên red hat qebûl kirin. 65 welat rengê dengên xwe diyar nekirin. DYA dengê red da daxwaznamê.

Daxwazname ji aliyê Ûkrayna de hat dayîn û welatên YEyê destekê dan daxwaznamê. Di biryarnamê de hat gotin ku şerê 3 sale dewam dike, ne tenê ji bo Ûkraynayê lê herêmên din û kureyê tehdîd dike.

Di biryarê de hat xwestin ku Rûsya vekişe ser sînorên xwe yên berê yên ku qanûna navdewletî wan sînoran qebûl dike.

Ti dewletekî mecbûr nîne li pey biryara NY here an bicîh bîne.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.