Şera piştî Siûdî û Tirkiyê serdana serdana Urdinê dike

Şera piştî Siûdî û Tirkiyê serdana serdana Urdinê dike

PeyamaKurd - Serokê Sûriyê yê serdema veguhêz Ehmed Şera, piştî serdanên Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê serdana xwe sêyemîn bo derveyî wela bo Urdinê dike.

Medyaya Urdinê ragihandiye ku Şera, roja Çarşemê serdana Urdinê dike û ligel şah Ebdulahlê Duyem dosyeyên hevbeş û mijarên herêmî gotûbêj dikin.

Ajansa SANA ya Sûriyê beriya niha jî ragihandibû ku Ehmed Şera vexwendineke fermî ji serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî wergirtiye, ji bo beşdarî civîna awarte ya encûmena komkara Erebî bibe ku 4ê Adara 2025an e li Qahîre tê lidarxistin.

Wezareta Derve ya Misrê ragihand ku armanc ji civîna awarte ya Komkara Erebî, redkirina plana Xezeyê ya koçberkirinê ye ku Amerîka piştevaniya wê dike.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.