Qesra Spî: Trump dikare vê hefteyê şerê Rûsya û Ukrayna biqedîne

PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt got ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump dikare vê hefteyê bigihîje rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê.
Li gorî The Hill, Leavitt di vegera xwe de ji Civîna Salane ya Komîteya Çalakiya Siyasî ya Muhafezekar (CPAC) 2025 li Washington, bi rojnamevanan re li Qesra Spî civiya.
Leavitt da zanîn ku Trump û ekîba wî ji bo bidawîkirina şer li ser berdewamkirina danûstandinên bi Rûsya û Ukraynayê re mijûl in û dibe ku di vê hefteyê de lihevkirinek ji bo bidawîkirina şer pêk were.
Leavitt got ku Serok Trump di derbarê bidawîkirina şer de "bawer e" û ku peymanek gengaz dikare "lêçûnên" Dewletên Yekbûyî vegerîne.
Leavitt destnîşan kir ku peymana muhtemel a navbera DYE û Ukraynayê ji bo têkiliyên aborî yên her du welatan û ji nû ve avakirina Ûkraynayê girîng e.