Brîtanyayê li dijî Rûsyayê cezayên nû sepandin

Brîtanyayê li dijî Rûsyayê cezayên nû sepandin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy got ku ew ê mezintirîn pakêta cezayan li dijî Rûsyayê ragihînin û got, ev yek wê şiyana leşkerî ya Rûsyayê kêm bike.

David Lammy bi wesîleya çaremîn sala Şerê Rûsya û Ûkraynayê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Brîtanya di her warî de desteka bênavber dide Ukraynayê.

Lammy anî ziman ku Rûsya bi armancên emperyalîst ewlehiya Ewropayê tehdîd dike û wiha got: "Em di demeke krîtîk a dîroka Ukrayna, Îngilîstan û Ewropayê de ne. Bertekên dagirkirina Pûtîn ji xetên pêşîn jî hatin bihîstin. Di nav vê de zêdebûna bihayê enerjiyê ku malbatên Brîtanî dihejîne jî heye. Metirsiyên li ser Brîtanyayê, saziyên me û jiyana xwe em nikarin ji vê asayîşê wêdetir biçin."

Lammy herwiha tekez kir ku divê Ewropa piştevaniya xwe ji Ukraynayê re ducar bike û got jî ku welatê wî li pişt soza xwe ya 3 milyar sterlînên alîkariya leşkerî ya salane radiweste.

Lammy herwiha tekez kir ku ew pabend in bi şandina hêzên Brîtanî bo alîkariya parastina aştiyê li Ukraynayê, got: "Em ê bi Amerîka û hevkarên xwe yên Ewropî re bixebitin ji bo bidestxistina aştiyek domdar û dadperwer li derveyî devera şer, di heman demê de zelal bimînin ku bêyî Ukraynayê tiştek li ser Ukraynayê nayê kirin.

Lammy diyar kir ku ew ê zextên li ser Rûsyayê bidomînin û got, "Em ê mezintirîn paketa cezayan li dijî Rûsyayê ji rojên destpêkê yên şer ragihînin. Wê ev makîneya wan a şer xera bike, dahatên wan kêm bike, ku wê agirê wêrankirinê li Ukraynayê geş bike."

 
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.