“Agahiyên di destê me de ew e ku banga Ocalan wê bi vîdeoyê were kirin”

PeyamaKurd – Partiya DEMê bersiva daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirk Tûnç a têkildarî banga Ocalan da. Hevserok Hatîmogûllarî got, "Em hêvî dikin ku mejiyê rêveber weke wezîr nefikire."
Nîqaşa ku piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç a derbarê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a "Peyama vîdyoyê ne li gorî qanûnê ye" dest pê kir, dewam dike.
Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullari got, "Agahiyên ku di destê me de ne, peyama Ocalan wê 'vîdeo' be."
Hatîmogullari bertek nîşanî daxuyaniya Wezîr Tunç da û got, "Em hêvî dikin ku mejiyê rêveber wek wezîr nefikire."
Hevseroka Giştî ya DEMê Hatîmogûllari wiha berdewam kir:
"Agahiyên ku di destê me de ne ev e ku ev ê telefonek vîdyoyî be. Ger bi rastî jî pêvajoyek aştiyê çêbibe divê deriyên vê yekê werin vekirin.
Li cîhekî ku nîqaş li ser wê were kirin an na, ne pêkan e ku meriv qala aştiyê bike. Ne mimkûn e ku mirov behsa jîngeheke diyalogê ya saxlem bike. Ev tê wateya ku tecrîd berdewam dike."
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




