Nêçîrvan Barzanî: Em ji PKKê daxwaz dikin banga Ocalan bicih bîne

Nêçîrvan Barzanî: Em ji PKKê daxwaz dikin banga Ocalan bicih bîne

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser banga çekdanînê bo PKKê ya Abdullah Ocalan got, “Em daxwaz dikin ku PKK pêbend û guhdar be û peyamê bi cih bîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek piştî xwendina nameya Abdullah Ocalan belav kir û wiha tê de got:

“Em bi germî pêşwaziyê li peyama Birêz Ocalan û banga wî ya ji bo çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê dikin.

Em daxwaz dikin ku PKK pêbend û guhdar be û peyamê bi cih bîne. Em hêvîdar in ku ev bang dê zeminê xweş bike ji bo pêkanîna aştiyê û çareseriya aştiyane.

Bê guman serdema xebata aştî, medenî û demokratîk e û di wê rêyê de encam û destkeftên baştir tên bidestxistin, ne bi çek û tundûtûjiyê.

Em li Herêma Kurdistanê piştgiriya temam li pêvajoya aştiyê dikin û her tiştê ku bikeve ser milên me ji bo serkeftina pêvajoyê, em amade ne rola alîkarî û hevkariyê bilîzin.

Her wiha bi rêz û spasdarî li rola Birêz Serok Erdogan û desthilata AK Partiyê dinêrin ku her ji destpêka desthilatê ve bi ramana zelal û bi nêrîneke vekirî hewl dan ku ji bo aştiyê kar bikin.

Em hêvîdar in ku qonaxa bê bi beşdarî û hevdengiya aliyên din jî li Tirkiyeyê, qonaxa serkeftina aştiyê û çareseriyê be û aramî û aram li ser welêt û hemû herêmê belav bibe.”

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.