Berdevka Partiya DEMê: Divê pêvajo di bin pêşengiya Ocalan de pêk were

Berdevka Partiya DEMê: Divê pêvajo di bin pêşengiya Ocalan de pêk were

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Ayşegul Dogan diyar kir ku divê şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bên başkirin û got, "Divê ev pêvajo bi pêşengiya wî pêk were."

Berdevka Partiyê Dogan ku beşdarî 2. Kongreya Asayî ya Rêxistina Şirnexê ya DEM Partiyê bû, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin banga Rêberê PKKê Ocalan.

Ayşegul Dogan bal kişand ser girîngiya bangawaziyê û got, "Banga Birêz Abdullah Ocalan a piştî 50 salan, di bin şert û mercên gelekî zehmet û giran ên tecrîdê de, ji bo mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn rûpeleke nû vekir."

"Ger civak û daxwaza aştiyê bi hev re nemînin, ji bo aşitiyê wê demeke dirêj bidome." Dogan got, “Banga Abdullah Ocalan ji aliyekî ve destpêka aştiyê ye, li aliyê din jî destpêka civaka demokratîk e. Rûpelek nû ji me re vedibe. Îro piştî 26 salan ev rastî xwe nîşan da.”

Ayşegul Dogan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wêneyê di 27ê Sibatê de dema bang hate kirin û got, "Me dîroka gelê Kurd li ser rû û çavên Birêz Abdullah Ocalan dît."

Dogan anî ziman ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha got: “Divê ev pêvajo bi pêşengiya wî pêk were. Em kêfxweş in ku di vê pêvajoyê de Devlet Bahçelî û Erdogan însiyatîfa xwe girtine destê me. Lêbelê, em qebûl nakin ku hin kes di şert û mercên rehet de bixebitin hinên din di îzolasyonê de bixebitin."

 
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.