Iraq: Hîn ne diyar e ka wê Şera beşdarî lûtkeya li Bexdayê bibe yan na

Iraq: Hîn ne diyar e ka wê Şera beşdarî lûtkeya li Bexdayê bibe yan na

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha ne diyar e ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera beşdarî Lûtkeya Komkara Ereban a ku tê plankirin li Bexdayê bê lidarxistin, bibe yan na.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Hîşam Elawî îro Yekşemê 02.03.2025 di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan ragihand, heta niha ne diyar e ku wê Ehmed Şera beşdarî Lûtkeya Komkara Erebî bibe yan na.

Elawî amaje bi wê yekê jî kir ku lûtke dê bandorê li ser asayîşa herêmê bike û got, hikûmeta Iraqê ji ber vê sedemê li ser serkeftina lûtkeyê bi israr e.

Di lûtkeya ku tê plankirin di Nîsana 2025an de li Bexdayê bê lidarxistin, tê çaverêkirin ku rewşa niha ya Sûriyê û herwiha hevkariya di navbera welatên erebî de were gotûbêjkirin.

 
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.