Neteweyên Yekbûyî hejmara penaberên vegeriyane Sûriyê eşkere kir

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 1ê Çile heta 27ê Sibatê 297 hezar û 300 penaberên Sûriyê vegeriyane welatê xwe.
NY, rapora penaberên Sûriyê yên ku ji Tirkiye, Libnan, Urdin, Iraq, Misir û welatên din vegeriyane eşkere kir.
Li gorî raporê hejmara herî mezin a Sûriyên ku vegeriyane ji Tirkiyê ye û hejmara wan derdora 81.576 kesan e. Piştî Tirkiyê hejmara herî zêde ji Urdinê ye ku 42.675 kes vegeriyane Sûriyê.
Li Misrê jî 12,516 penaberên Sûrî daxwazên xwe yên penaberiyê kişandine daku vegerin Sûriyê.
Hate diyarkirin ji dawiya Mijdara 2024an heta 20ê Sibatê, zêdetirî 829.490 koçber vegeriyane deverên xwe, ku ji ber desthilatdariya Esed nikarîbûn vegerin.
Herwiha hatiye gotin, kesên ku vedigerin rûbirûbuyî gelek kêşeyên wekî wêrankirina malan, berdewamiya nebaşbûna ewlehiyê, wêrankirina jêrxaneyê, nebûna kaxez û belgeyên mulkiyetê dibin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




