Li Almanyayê otomobîlekê ajot ser qelebalixiyê: Mirî û birîndar hene

Li Almanyayê otomobîlekê ajot ser qelebalixiyê: Mirî û birîndar hene

 

 

 PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 3yê Adarê danê êvarê li bajarê Mannheimê yê Almanyayê, otomobîlekê ajot ser gelek kesan û di encama bûyerê de, li gorî zanyariyên destpêkî kesekî can da û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Polîsê Alman ragihand ku tîmên hewarçûnê gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn dane destpê kirin.

Rayedarên Alman daxwaz ji hemwelatiyan kirin ku ji navenda bajarê Mannheimê dûr bikevin û rêyên alternatîf bikar bîni.

Polîsê Almanyayê eşkere kir, “Operasyoneke ewlekariyê li navenda bajêr didome û hêzên polîs û xizmetguzarî yên hewarçûnê ya Wasserturm/Plankenkopf ên derdora navçeyê gihîştine cîhê bûyerê.”

Hîn hûrgiliyên wê bûyerê eşkere nebûne, lê belê jinekê derbarê bûyerê de, li ser tora medya civakî Xê gotiye, keça wê bûye şahidê bûyerê û diyar kir ku otomobîlekê pêl gelek kesan kiriye.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.