Ji Trump peyameke balkêş: Wê bibe şeveke mezin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, peyamek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û got, "Wê sibe bibe şeveke mezin. Ez ê her tiştî wek ku heye bibêjim".
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina bi Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy re ku bû rojev li seranserê cîhanê bi belavkirina peyamekê dîsa bala her kesî kişand ser xwe.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social got: "Tenê Donald J. Trump e ku wek Serok ti axa Ukraynayê nedaye Rûsyaya Pûtîn. Dema ku demokrat rexne dikin û bi kêfxweşî nûçeyên sexte û her tiştê ku ew dibêjin belav dikin, bilav vê ji bîr nekin."
Piştî vê parvekirinê jî Trump got: "Wê sibê bibe şeveke mezin. Ez ê her tiştî wek ku heye bibêjim".
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




