Îran | Cewad Zerîf ji ber ‘tehdîd û heqaretan’ îstifa kir

Îran | Cewad Zerîf ji ber ‘tehdîd û heqaretan’ îstifa kir

PeyamaKurd – Wezîrê berê yê Derve û Cîgirê Serokomarê niha yê Îranê, Cewad Zerîf, ji hikûmetê îstifa kir.

Medya Îranê ya dewletê ragihandiye ku nameya Cewad Zerîf a karvekêşanê gihîştiye ber destê Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, lê hurgiliyên zêdetir derbarê sedema îstifayê de nehatin dayîn.

Zerîf di parvekirina ser medya civakî de, diyar kiriye ku li hemberî wî gelek heqaret, tehdîd û bêbextî têne kirin ku ew xwedî ezmûna xizmeteke 40 salan a bi êş e.

 Herwiha Zerîf gotiye, ji bo ku li ser hikûmetê zêde fişar çênebe, serokê erka darazê îstifaya wî pêşniyar kiriye û wî jî ew yek qebûl kiriye.

Hêjayî gotinê ye, 1ê Tebaxa 2024an Zerîf ji aliyê Pezeşkiyan ve wekî cîgirê serokomar ê ji karûbarên stratejîk berpirs hatibû hatibû erkdarkirin, lê wê demê dîsa îstifa kiribû û paşê jî li karê xwe vegeriyabû.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.