Koçberên di keştiya binavbûyî de hatin rizgarkirin: 20 ji wan Kurd in!

Koçberên di keştiya binavbûyî de hatin rizgarkirin: 20 ji wan Kurd in!

PeyamaKurd – Keştiya ku di nav de Kurd jî di nav de derdora 70 kes tê de bûn, ji aliyê hêzên ewlekariya peravê ya Fransayê ve hat rizgarkirin.

Hat ragihandin ku li Kanala Îngîlîz keştiyeke ku derdora 70 koçber tê de bûn ku herî kêm 20 ji wan Kurd in, dest bi noqbûna avê kir.

Xizmên hin koçberên di keştiyê de bûn banga alîkariyê kirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin saet di 12.30an de Hêzên Ewlekariya Peravê yên Fransayê koçber ji keştiya ku li ber binavbûnê diçû xilas kirin.

Hate ragihandin ku îro saet derdora 12:30an de polîsên Fransayê xwe gihandine koçberan.

Hat diyarkirin ku hejmara koçberên di keştiyê de 69 kes in, 20 ji wan Kurd in û hemû jî bo Fransayê hatine vegerandin.

Çi qewimîbû?

Keştiya koçberên ku dixwestin ji Fransayê bi rêyên qaçax derbasî Îngilîstanê bibin, li Kanala Îngîlîstanê asê man.

 
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.