Rejîma Îranê di Sibatê de 88 kes bi dar ve kirin: 35 Kurd in

PeyamaKurd – Rejîma Îranê di meha Sibata 2025an de 88 kes bi dar ve kirine. Ji van kesên ku hatine bidarvkirin, 35 Kurd in.
Saziya Mafê Mirov di rapora xwe ya mehane de ragihand ku Rejîma Îranê di meha Sibatê de, bi tevahî 88 kes bi dar ve kirine ku ji van 35 Kurd in.
Hengaw bi amarên li ber destên xwe diyar dike ku ji van 88 kesan, nasnameya 81 kesan aşkere bûye û pêvajoya lêkolîna nasnameya 7 kesên din jî berdewam dike.
Her weha tê diyarkirin ku hejmara zarokên di bin 18 saliyê re hatine bidarvekirin, ne di nav van amaran de ye û hatiye tekezkirin ji van, 3 jin li zindana Xuremava, Sarî û ya Şîrazê bi tohmeta “kuştina bi qest” hatine bidarvekirin.
Balkêş e ku Kurdek li bajarê Îsferaynê li ber çavên girseyekê hatiye bidarvekirin û medyaya rejîmê bi tenê nûçeya bidarvekirina 6 kesan belav kiriye.
41 kes bi tohmeta “madeyên narkotîkê” hatine bidarvekirin
Li gorî rapora mehane ya Hengawê, rejîma Îranê di meha Sibatê de herî zêde bi tohmeta “madeyên narkotîkê” kes bi dar ve kirine ku 41 kes bi vê tohmetê hatine bidarvekirin. Ji bilî vê; 39 kes bi tohmeta “kuştina bi qest”, 6 kes bi tohmeta “destdirêjiyê” û tohmeta kesekî ku jî nehatiye zanîn ku pê hatiye bidarvekirin.
Di meha Çileya 2025an de jî 87 kes hatibûn bidarvekirin ku 27 kes ji wan Kurd bûn.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.




