Serok Barzanî Pêşwaziya Şandeyeke Bilind a Partiya Îslamî ya Iraqê kir

Serok Barzanî Pêşwaziya Şandeyeke Bilind a Partiya Îslamî ya Iraqê kir

PeyamaKurd – Îro, (03.03.2025) li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeyeke bilind a Partiya Îslamî ya Iraqê ya bi serokê wê yê giştî Eyad Samerayî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa ewlehî û siyasî û guherînên dawî yên herêmê û bandorên wan ên li ser rewşa Iraqê hatin nîqaşkirin.

Her weha ji bo bipêşvebirina pêvajoya siyasî û parastina aramiyê tekezî li ser pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hate kirin.

Ji bilî van mijaran, hate diyarkirin ku metirsiyên li ser pêkanîna ji nû ve ya çalakiyên terorî jî hate rojevê. Her du alî li ser pêwîstiya xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna van metirsiyan û derbaskirina vê qonaxa hestiyar rawestiyan.

 

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.