Qanûna Vegerandina Erdên Kurd û Tirkmenên Kerkûkê ket meriyetê

PeyamaKurd – Qanûna vegerandina milkên Kurd û Tirkmenan ku di 21ê Çileya 2025an de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hat qebûlkirin, ji 17ê Sibatê ve ket meriyetê. Ev qanûn armanc dike ku erdên Kurd û Tirkmenên Kerkûkê, yên di navbera salên 1975-1984an de ji aliyê rejîma Be’s ve hatine desteserkirin, li xwediyên wan re bên vegerandin. Civata Wezîran a Iraqê dê pêngavên pêkanîna qanûnê diyar bike.
Desteya Cîbicîkar a Bilind a Qanûna 140ê zêdetirî 3 hezar dosyayên erdên desteserkirî yên Kerkûkê ji Wezareta Dadê re şand. Rêveberê Ofîsa Kerkûkê Kakareş Sadik ragihand ku lêkolînên lezgîn li ser van dosyayan dê bên kirin û xebat ji bo vegerandina erdên bi 12 biryarên berê yên Konseya Fermandariya Şoreşgeran hatine desteserkirin dest pê kirine.
Parlamentera Kerkûkê Sebah Hebîb got, di nava 2-3 mehên bê de pêngavên pêvajoya pêkanîna dê bên ragihandin û piştî wê mexdûr dê karibin bibin xwediyê erdên xwe. Qanûn 12 biryarnameyên Be’sê yên di navbera 1975-1984an de, ku bingeha desteserkirina erdên Kurd û Tirkmenan bû, betal dike. Yek ji van biryaran a bi jimareya 949ê, bûbû sedem ku di 23yê Tebaxa 1977an de li navçeya Dubizê 14 parsel erd bê desteserkirin.
Li gorî qanûnê, kesên ku tazmînat wergirtine nikarin erdên xwe bi paş ve bistînin, lê yên ku tazmînat nestandine dê mafên xwe bi dest bixin. Tê payîn ku 300 hezar donim erd li Kerkûkê li xwediyên wan bên vergerandin.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.





