Almanya PKKê ji lîsteya xwe ya rêxistina terorê dernaxe

Almanya PKKê ji lîsteya xwe ya rêxistina terorê dernaxe

PeyamaKurd – Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ragihand ku ne hewce ye PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.

Piştî daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKKê ya agirbestê ya li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo dev ji çekan berde, raya giştî ya Alman nîqaşan dike ka wê hikûmet PKKê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne yan na. Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ragihand ku ne hewce ye PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin, di 27ê Sibatê de bang li rêxistinê kir ku bi lidarxistina kongreya xwe, çek deyne û xwe fesih bike. Piştre Komîteya Rêveber a PKKê ragihand ku ew ê vê bangê bi cih bînin û agirbest îlan kir. Di siyaseta Almanyayê de jî car caran bi taybetî ji aliyê Partiya Çep ve daxwaza derxistina PKKê ji lîsteya rêxistinên terorê tê gotin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê ragihand ku guhertina ku tê xwestin PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin di rojevê de nîne. Berdevkê Wezareta Karên Hundir a ku ji rojnameyên girêdayê Tora Edîtoran a Elman (RND) re daxuyanî da, diyar kir ku tevî daxuyaniya rêxistinê ya ji bo tundûtûjiyê nebe jî ew ê helwesta xwe neguherînin.

Berdevk di daxuyaniya xwe de wiha got: "PKK rêxistina terorê ye ku li ser axa Almanyayê herî zêde endamên wê hene û li Almanyayê nêzî 14 hezar û 500 alîgirên wê hene. Divê dûrketina stratejîk a ji tundiyê li Almanyayê vê rastiyê veneşêre."

Berdevk got, "Çalakiyên piştgiriya lojîstîk û malî ya PKKê û tevlîbûna ciwanan a têkoşîna çekdarî ya li derveyî welat, weke mînak li Almanyayê, heta niha bûne sedema fikaran."

PKK ji sala 1993an û vir ve di nav rêxistinên ku li Almanyayê hatine qedexekirin de cih digire û ji sala 2002an û vir ve li seranserê Yekîtiya Ewropayê di lîsteya rêxistinên terorê de cih digire. Wezareta Karên Hundir qadên çalakiyên PKKê yên li Almanyayê weke "Piştgiriya lojîstîk û malî ya ji bo tevahiya rêxistinê, bidestxistina alîgirên nû û lidarxistina gelek mîtîng û çalakiyên propagandayê" pênase dike.

 
 
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.