Şaxewan Ebdullah: Ji bo vegerandina zeviyên cotkarên Kurd rênimayên nû tên derxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ferman daye Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran ku ji bo cîbicîkirina yasaya vegerandina erdan ji xwediyên wan re rênmayên taybet derxîne.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro Yekşemê 02.03.2025ê ragihand, Sûdanî ferman daye Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran ku ji bo cîbicîkirina yasaya vegerandina zeviyan ji xwediyên wan re, rênmayên taybet derbixe.
Ebdullah diyar kir ku wan piştî 17ê Sibata 2025ê daxwaz ji Serokwezîr kirine derbarê cîbicîkirina yasaya çareserkirina kêşeyên cotkaran û betalkirina biryarên Partiya Beasê û li ser talîmata Serokwezîrê Sûdanî komîteyek taybet bi serokatiya lîwa Ebdulkerîm hatiye avakirin û ji bo Kerkûkê rêze pêşniyar kirine.
Şaxewan Ebdullah wiha got: “Serleşker Ebdulkerîm îro ji min re ragihand ku Sekreteriya Encumena Wezîran ji bilî pesendkirina pêşniyaran, rênmaya derkirina rênimayan li ser cîbicîkirina yasaya vegerandina zeviyan bo xwediyên wan daye.”





