Îsraîl ji rêveberiya nû ya Şamê re: Mafê we tune dijminatiya Kurdan bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê rêzê li mafên kêmnetewan bigire û destnîşan kir ku divê dijminatiya Durzî, Kurd û Elewiyan neyê kirin.
Wezîrê Karên Derve Saar di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de, têkildarî helwesta rêveberiya nû ya li hemberî kêmîneyên li Sûriyeyê daxuyaniyên girîng dan.
Saar bal kişand ku têkiliyên Îsraîl bi civaka Durziyan re xurt e, bi bîr xist ku li Îsraîlê jî nifûsek girîng a Durzî heye û anî ziman ku ji bo rêveberiya nû ya Sûriyeyê parastina mafên kêmneteweyan gelekî girîng e.
"Rêveberiya nû ya Sûriyeyê ji aliyê gel ve nehat hilbijartin"
Saar diyar kir ku hikûmeta niha ya Sûriyeyê ne bi îradeya gel hatiye avakirin û got, “Ev ne hikûmeteke ku gelê Sûriyeyê hatiye hilbijartin. Ew komek cîhadî ne ku berê Idlib kontrol kiribûn û deverên din, di nav de Şam, bi zorê girtin."
"Mafê dijminatiya kêmneteweyên wek Durzî, Kurd û Elewî tune ye"
Saar diyar kir ku divê guhertina desthilatdariya li Sûriyeyê ji bo kêmnetewan nebe xetere û bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta nû ya Şamê ne hikûmeteke ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin. Saar got, "Ev nayê wê wateyê ku rêveberiya nû xwedî mafê dijminatiya kêmneteweyên wekî Durzî, Kurd û Elewî ye."





