Li Rûsyayê êrîşa çekdarî: 3 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Mitrîşçîyê yê herêma Moskovayê li navendeke danûstandinê de, mirovekî gule li derdorê reşand, di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê, ragihand ku mirovekî di navenda danûstandina bi navê “Krasniy Kit”ê de bi polîsan re şer kir û bi dû re bi çeka xwe êrîşî derdorê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama gulereşandinê de 3 kes birîndar bûn.
Her weha hate zanîn ku êrîşkar hatiye binçavkirin.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.





