Peskov: Zelenskî aştiyê naxwaze

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtr Peskov di daxuyaniyeke xwe de li paytexta Rûsyayê Moskowê krîza Ûkraynayê û têkiliyên navneteweyî nirxand. Peskov gotûbêja dawî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî de wekî “bûyereke awarte” bi nav kir û Zelenskî wekî “dîplomatekî têkçûyî” sûcdar kir.
Wî anî ziman ku rêveberiya Kîevê û Zelenskî aştiyê naxwazin, dixwazin şer bidome, ev yek çareseriya krîzê dijwar dike. Peskov tekez kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji van nîqaşan haydar e û zelalbûna Moskowê ya ji bo çareseriyê ji ber nerazîbûna Ûkraynayê sînordar dimîne.
Peskov her weha bal kişand ser guherînên li qada şer û got Zelenskî rewşa rastîn a li ser erdê qebûl nake, ku piştî 2 sal û nîvan a peymanên Stembolê gelek guheriye. Wî ragihand ku her çend hin pêşnûmeyên planên aştîyê derketine holê jî, hêj planeke hevgirtî tune ye. Peskov destnîşan kir ku Rûsya ji bo normalîzekirina têkiliyan, diyalogê li gel Amerîkayê didomîne, lê ev hewldan bi tenê têrê nakin. Wî her weha eşkere kir ku di navbera Pûtîn û Trump de tu pêwendiyek çênebûye ku hewce ye ku were ragihandin.
Di daxuyaniya xwe de Peskov lûtkeya dawiya hefteyê ya li ser Ûkraynayê ku li Londonê bi mazûvaniya Îngilîstanê hat lidarxistin rexne kir û got,
“Ev ne ji bo aştîyê, lê ji bo berdewamiya pevçûnê ye.”
Wî anî ziman ku çareserî hewcedarî destpêşxeriyên pozîtîf in û welatên Ewropayê dikarin Zelenskî razî bikin ku nêzîkatiya xwe biguherîne, lê ev yek ne hêsan e. Peskov welatên Rojavayî bi tengkirina helwêstan sûcdar kir û îdia kir ku hin alî dixwazin şer bidome û Ûkraynayê di pêşerojê de destek bikin, ne ku çareseriyeke aştiyane bi pêş bixin.
Di dawiyê de, Peskov daxuyaniya Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk a derbarê vegerandina malên Rûsî yên amborgo li ser wan heye yên ji bo Ûkraynayê jî nirxand û hişyarî da ku kiryarên bi vî rengî dê encamên qanûnî yên giran bi xwe re bînin.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.





