Wezîrê Îsraîlê Gideon Saar, Hûsiyan tehdîd kir

Wezîrê Îsraîlê Gideon Saar, Hûsiyan tehdîd kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku Hûsiyên bi desteka Îranê ji bo herêmê û navdewletî tehdîdin û di derbarê wan de daxwuyanî da. Saar, her weha behsa girîngiya têkliyên Îsraîlê û Etiyopyayê kir.

Saar, ragihandina xwe ya di derbarê Hûsiyan de, dema bi wezîrê karên derve yê Etiyopyayê bi Gedion Timothewos re di civîna çapemeniyê de bû, ragihand. Saar got ku bi Etiyopyayê re têkiliyên wan yên bi kok hene û her dû dewlet di seha çandiniyê, tenduristiyê, inovasyon, çand û sehayên din de, di nav hevkariyê de ne.

Saar got ku koçberên Etiyopyayê yên li îsraîlê perçeyekî ji Îsraîlê ne û di jiyana xwe de bi welat re entegre bûne.

Saar, behsa Hûsiyên Yemenê yên ku bi desteka îranê tevdigerin kir û got ku bi rêxistina Eş-Şebabê hevkariyê dikin, îstîarqra herêmê dixin talûkê û weha dewam kir:

“Hûsî êrîşê Îsraîlê dikin, êrîşê rêyên navdewletî yên bazirganiyê dikin, nahêlin keştiyên Îsraîlê di Derya Sor de herin û ji bo herêmê û kureyê tehdîdekî ji dil in.”

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.