Li Şemrexê minibus û kamyonet li hev ketin: 13 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Şemrexê (Mazıdağ) li gundê Xanika Jorîn minibus û kamyonet li hev ketin. Di encamê de 13 kes birîndar bûn.
Piştî mudaxeleya tîmên tendursitiyê, cendirme û îtfaiyê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Şemrexê (Mazıdağ) ya dewletê.
Di qezayê de kesên bi navên A.K., A.K., M.K., B.K., B.Ö., T.Ö., A.D., H.A., S.E., H.P., Ş.K., Z.C. û M.E. birîndar bûn.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




