Naveroka civîna Encûmena Wezîran a Kurdistanê hate eşkere kirin

Naveroka civîna Encûmena Wezîran a Kurdistanê hate eşkere kirin

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 12ê Adarê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Piştî civînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran tevaya wezîran raspartin ku wezaretên wan bilez lîstên mûçeyên meha Adarê amade bikin û ji Bexdayê re bişînin, herwesa di rojên bêhnvedan de jî dewamê bikin ji bo ku bizav bê kirin ku berî cejnê mûçeyên wê mehê jî bên parvekirin.”de tevaya wezîran raspartin ku, wezaretên wan bilez lîstên mûçeyên meha Adarê amade bikin û ji Bexdayê re bişînin, herwesa di rojên bêhnvedan de jî dewamê bikin ji bo ku bizav bê kirin ku berî cejnê mûçeyên wê mehê jî bên parvekirin.”

Hinardekirina petrola Kurdistanê

Xala yekem a civînê bi taybet bû ji bo gotûbêjkirina ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hat, “Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet Kemal Mihemed Salih pêşhatiyên dawî yên civînên hevbeş ên di navbera Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Wezareta Petrolê ya Federal de bi amadebûna nûnerên kompaniyên petrolê pêşkêş kirin.

Di vî warî de, Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet bal kişand ser encamên gotûbêj û hewldanên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ber ronahiya bendên yasaya budceya federal de.”

Behsa yekê hat kirin, “Encûmena Wezîran destxweşî li hewldanên Wezareta Samanên Sirûştî yên ji bo zû destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û karê hevbeş ligel Wezareta Petrolê ya Iraqê ya Federal ji bo çareserkirina kêşe û astengiyên li pêşiya pêvajoyê û temamkirina pêdivî û rêkarên hinardekirinê kir, herwiha di heman demê de tekezî li ser helwesta neguher a hikûmeta herêmê kir bo cîbicîkirina guhertina yasaya budceyê bi armanca dubare hinardekirin û firotina petrola Herêmê bi rêya kompaniya SOMO û vegera dahatê wê bo Wezareta Darayî ya Federal, ev jî piştî temamkirina rêkar û pêdiviyên pêvajoyê ku niha her du wezaret û kompaniyên petrolê bi hevbeşî kar li ser dikin.”

Du pêşniyarên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî

Xala duyem a karnameya civînê, taybet bû bi gotûbêjkirina li ser du pêşniyaran ku ji aliyê Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kuwêstan Mihemed ve hatibûn pêşkêşkirin, derbarê lêxweşbûna ji qistên hevsergiriya xwedî pêdiviyên taybet ku berî sala 2013an ew qist wergirtibûn. Herwiha lêxweşbûn ji qistên mayî bo sûdmendên qerzên biçûk di salên berê de ku bo projeyên navîn ew qerzan wergirtibûn, lê ew sûdmend koça dawî kirine.

Encûmena Wezîran bi yekdengî herdu pêşniyarên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî pesend kirin, herdu Wezaretên Darayî û Aborî û Kar û Karûbarên Civakî hatin raspardin bi derxistina rênimayiyên pêwîst bo asankarîkirina cîbicîkirina vê biryarê.

Destnîşankirina rojên betlaneyan û bûyerên fermî

Di xala dawî ya civînê de, gotûbêjkirin derbarê diyarkirina rojên betlaneyan û bûyerên fermî di rojnivîsa hikûmeta herêma Kurdistanê de hate kirin, ku ji aliyê Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyan Cotyar Adil ve hatibû pêşkêşkirin, Encûmena Wezîran piştî gotûbêj û pevguhertina nêrînan, aliyên peywendîdar raspart ku rêkarên yasayî û teşrîî yên pêwîst di vî warî de bigirin ber.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.