Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî bi telefonê axivîn

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî ragihand ku îro Çarşemê 12ê Adarê Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê axivîne.
Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî, di pêwendiya telefonî de tekezî li ser wê yekê kirin ku “pêwîst e helwesta Kurdî di pêngavên bê yên proseya siyasî ya Sûriyeyê de, yekdeng be.”
Baregeha Barzanî eşkere kir, Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 12ê Adarê di pêwendiyeke telefonî de, rewşa siyasî û geşedanên dawî li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Hate diyarkirin, Mezlûm Ebdî hûrgilî û encama serdana xwe ya bo Şamê û hevtêgihiştina wan a bi Hikûmeta Sûriyeyê re, ji bo Serok Barzanî şîrove kir.
Herwiha herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku piştgiriyê li her hengavekê bê kirin ku bibe sedema aştî û aramiya li Sûriyeyê û destnîşan kirin, pêwîst e di pêngavên nû yên proseya siyasî ya Sûriyeyê de, helwesta Kurdan yek be.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




