Mesrûr Barzanî: Mûçeyên Adarê berî cejnê dê bên dayîn

Mesrûr Barzanî: Mûçeyên Adarê berî cejnê dê bên dayîn

PeyamaKurd – Îro, 12ê Adara 2025an, di civîneke girîng a Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryareke lezgîn da. 

Li gorî daxuyaniya berdevkê hikûmetê Pêşewa Hewramanî, ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir, Mesrûr Barzanî ji hemû wezîrên hikûmetê xwestiye ku lîsteya mûçeyên meha Adarê bi awayekî bilez amade bikin. Armanc ev e ku mûçeyên karmend û mûçexurên Herêma Kurdistanê beriya cejna Remezanê ya pêşiya me, ku nêzîk dibe, bên belavkirin. 

Ji bo vê yekê, serokwezîr tekez kiriye ku wezîr divê di rojên bêhnvedanê yên dawiya hefteyê de jî kar bikin û bê navber hewl bidin da ku ev biryara girîng pêk bê.

Hewramanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev biryar ji bo kêmkirina barê aborî yê li ser gel û peydakirina hewcedariyên wan ên rojane yên beriya cejnê hatiye dayîn. 

Wî her weha got ku hikûmet bi hemû hêza xwe dixebite da ku mûçeyên meha Adarê di wextê xwe de bigihîne destê xwediyên wan.

Ji aliyê din ve, Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê jî îro daxuyaniyek da û piştrast kir ku hemû pereyên pêwîst ji bo mûçeyên mûçexur û fermanberan gihîştiye destê wan. 

Wezaretê ragihand ku dê sibe, 13ê Adara 2025an, dest bi proseya belavkirina mûçeyan bê kirin. 

Li gorî plansaziya wezaretê, di nava çend rojên pêş de, ango heta dawiya hefteyê, hemû fermanber û mûçexwurên Herêma Kurdistanê dê mûçeyên xwe yên meha Adarê werbigirin.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.