Karvedana banga Ocalan û hêvî û bendewariyên ji banga çekdanîna PKKê

PeyamaKurd – Nîqaşên li ser name û bangewaziya Abdullah Ocalan a ku ji aliyê heyeta DEM Partîyê ve hate ragihandin, li raya giştî ya cîhanê û Kurdistan-Tirkiyê berdewam dikin. Ajansa Reutersê derbarê wê bangê de analîzeke berfireh belav kir ku tê de dibêje, piştî vê pêngavê dibe ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de guherînên yasayî bêne kirin û ji bo guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê jî wê pêdivîya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi piştevaniya dengên parlamenterên DEM Partiyê çêbibe.
Reuters di analîza xwe de wiha dibêje: "Têkoşîna Tirkiyeyê ya 40 salan e dijî PKKê, piştî ku rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan roja pêncşemê gazî rêxistinê kir ku çekan deyne û belav bibe, niha dikare nêzîkî dawiyê be."
Herwiha hate nirxandin ku "çareserkirina pevçûnekê ku ji sala 1984an û vir ve bûye sedema mirina 40 hezar kesan dê serkeftinek mezin be." Ji rêveberiya PKKê bersivek hate dayîn ji gazîkirina Ocalan re û agirbestek hat ragihandin.
"Ji bo Erdogan dikare wek serkeftinek mezin bê dîtin"
Daxuyaniya Ocalan ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye parvekirin ku vê dawiyê sê hevdîtin pêk anîne. Ev ragihandin çar meh piştî wê yekê hat ku cara yekem ji aliyê Bahçelî ve, ku hevparê hikûmeta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e, hatibû pêşniyarkirin.
Tê gotin: "Çareserkirina şerekî ku ji sala 1984an ve bûye sedema mirina zêdetirî 40 hezar kesan, piştî ku hewldanên berê bi sernekeftî bidawî bûne, dikare ji bo Serokkomarê Recep Tayyip Erdogan wek serkeftinek mezin bê dîtin."
Di nivîsê de tê bîra me ku Erdogan di axaftina xwe ya li Diyarbekirê di meha Çileyê de, behsa pêşveçûnên dawî wek "rakirin û dûrxistina yek ji astengiyên dawî yên li pêşiya armanca Tirkiyeya mezin û bihêz" kiribû.
"Dibe ku ji bo guherandina destûrê hewcedarî bi piştgiriya DEM Partiyê hebe"
Di nivîsê de tê gotin ku her çend ne diyar e ku gelo agirbesek an jî peymana aştiyê dê bê çêkirin an na, lê gazîkirina Ocalan dikare hêviyên siyasî yên Erdogan jî zêde bike.
Di analîza Reuters de tê gotin ku ji bo guherandina destûrê an jî çûna hilbijartinê ya beriya demê da ku Erdogan karibe desthilatdariya xwe ji sala 2028an wêdetir, ku dema wî ya dawî ya wek Serokkomarê bidawî dibe, dirêj bike, dibe ku ew hewcedarî bi piştgiriya partiyeke muxalefetê, belkî jî DEM Partiyê, hebe.
Di nivîsê de herwiha tê gotin ku Erdogan dikare ji destkeftiyên leşkerî yên dijî PKKê li Herêma Kurdistanê ya çiyayî ku PKK lê rêxistinkirî ye, û li Sûriyeyê ku piştî rûxandina Beşar Esad di meha Kanûnê de rêveberiyeke nêzîkî Tirkiyeyê hatiye ser desthilatdariyê, sûdê werbigire. Li gorî nivîsê, gazîkirina Ocalan dikare Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) han bide ku endamên YPGê yên girêdayî PKKê, wek ku Enqere dixwaze, ji sînor dûr bixin.
Dezavantajên rewşa heyî ji bo deshilatdariya Erdogan
Li aliyê din, di nivîsê de tê gotin ku zindîkirina Ocalan ji bo Erdogan xetereyên mezin dihewîne, çimkî piraniya gelên Tirk, di nav de hilbijêrên AK Partiyê, li dijî vê yekê ne.
Tevgera Kurd a ku salane hedef a prosesên dadwerî û zextan e, hêvî dike ku di encama gazîkirina Ocalan de reformên demokratîk û mafên çandî û zimanî yên zêdetir ji bo Kurdan bên.
Li gorî analîzê, peymanek aştiyê herwiha dikare gerginiyên civakî li seranserê Tirkiyeyê kêm bike û aboriya deverên paşketî yên ku Kurd lê piraniyek in candar bike.
"Beriya peymana aştiyê diviyabû gavên berbiçav bihatana avêtin"
Di nivîsê de tê bîranîn ku piştî ku DEM Partiyê di meha Kanûnê de hevdîtinek bi Ocalan re pêk anî, demekê kêm piştî wê Enqereyê planek geşepêdana herêmî ya bi buhayê 14 milyar dolarî ji bo Başûrê Rojhilatê ragihand.
Analîstê siyasî Gareth Jenkins ê ku li Stenbolê dijî, derbarê vê pêşveçûna dawî de ji ajansa nûçeyan a Reuters re got: "Piraniya Kurdan bi dewleta Tirk bawer nakin. Prosesek rakirina çekan a bi wate dê hewce bike ku Enqere gavên berbiçav bavêje wek garantîkirina mafên siyasî û çandî yên Kurdan. Ev yek divê ne piştî peymanek aştiyê, lê beriya wê bibe."
Li gorî analîzê, heke DEM Partî hevkariyê bi hikûmeta Erdogan re berdewam bike, dikare li dijî terzê muxalefeta tund a ku salan e meşandiye, bixwaze ku gelek serokên şaredariyên hilbijartî yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine rakirin û li şûna wan berpirsyarên nêzîkî hikûmetê hatine tayînkirin, li pozîsyonên xwe bên vegerandin.
Heke HSD endamên YPGê dûr bike...
HSD ku komek çekdarî ya Kurd e û hevalbendek girîng a Amerîkayê ye, li deverên sînorî bi Tirkiye û hêzên Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştgiriyê dide re şerê berdewam dike.
Li gorî nivîsê, heke fermandarê HSD Mazlûm Ebdî karibe endamên YPGê ji koma xwe dûr bike, hêzên Kurd dikarin hêsantir beşdarî avahiya ewlehiyê ya nû ya Sûriyeyê bibin û welat piştî şerê navxweyî yê 13 salan navendîtir û stabîltir bikin.
"Dê bandorek erênî li ser têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê hebe"
Soner Çagaptay, Rêveberê Programa Lêkolînên Tirkiyeyê ya Enstîtûya Washingtonê, ji ajansa nûçeyan a Reuters re got: "Her çiqas ku hin rêberên li Qendîlê dibe ku tiştekî din şîret bikin jî, YPG dibe ku guh bide gotina Ocalan heke ew bixwaze bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş hebin."
Amerîka PKKê wek rêxistinek terorîst dibîne, lê li Sûriyeyê di têkoşîna dijî DAIŞê de têkiliyên hevalbendiyê bi YPGê re çêkir. Tirkiye vê helwesta Amerîkayê wek xiyanetek li hember hevalbendek NATOyê rexne dike.
Çagaptay ji ajansa nûçeyan a Reuters re got ku gavên ji bo bidawîkirina serhildana PKKê "dikarin striya PKKê ya di têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê de rakin û rê ji sifirkirinek ku di bin rêveberiya duyemîn a Trump de tê hêvîkirin re vekin."
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




