Kremlîn: Em ji bo agirbestê li benda Amerîkayê ne

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser agirbesta muhtemel a Rûsya-Ukraynayê ku Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky qebûl kiriye, daxuyanî da.
Peskov ragihand ku ew li benda agahdariya pêşniyara agirbesta 30 rojî ne ku divê Washington wan agahdar bike.
Peskov got ku wekî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Cide ya Erebistana Siûdî anîye ziman ku ew dê bi kanalên cuda gotûbêjên agirbestê pêk bînin, em jî li benda agahdariyên derbarê wê de ne, bê li ser çi rêkeftin bi Amerîka-Ukrayna re hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, doh 11ê Adarê piştî civîna 9 saetan a li Erebistana Siûdî gotibû, ‘Êdî gol li aliyê Rûsyayê ye’ û ew amade ne bilez agirbestê bixin meriyetê.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.