Heyeta DYAyê çû seredana Rûsyayê

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku piştî hevdîtinên heyeta DYAyê û Ûkraynayê ya li Erebistana Sa’ûdiyê, ji bo agirbesa 30 rojan ya navbera Rûsya-Ûkraynayê, heyeta DYAyê çû Rûsyayê.
Trump, li ser îhtîmala agirbesê ya navbera Rûsya-Ûkraynayê got ku peyamên erênî gihane wî, pêvajo di astekî krîtîk de ye û peyamekî erênî bi serê xwe ti vateya wê tine. Giraniya agirbesê maye li ser tewrê Rûyayê. Trump got:
“Niha mirovên me yên çûne Rûsyayê hene. Hêviya min ku em agirbesê çareser bikin. Eger em çareser bikin, wê ev bibe %80 rêya me ya dawîanîna li xwînrêtinê.”
Cîgirê serokê DYAYê James David Vance jî got ku piştî Ûkrayna agirbesê qebûl kiriye, DYA di muzakereyan de xwurte û weha dewam kir:
“Em ê niha karibin Rûsan di agirbesê de razî bikin an na, em ê bibînin.”
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.