Kanada ji bo berhemên ji DYAyê îtxal bike, %25 baca gumrikê danî ser wan

PeyamaKurd – Li ser ku DYA, baca gumrikê danî ser malên Kanadayê yên wekî hesinê pola û alûmînyûmê, Kanada li hemberê kiryarên DYAyê, baca gumrikê ya ji bo piraniya berhemên ku ji DYAyê diçin Kanadayê, %25 baca gumrikê ya îlawe danî.
Kanada ji DYAyê salane bi miqdarê 29,8 milyar dolarê Kanadayê mal dikire û %25 bacê danî ser malan. Li ser mijarê, wezîra Maliyê û têkiliyên navbera hukumetan ya Kanadayê Dominic LeBlanc, wezîra karên derve ya Kanadayê Melanie Joly û wezîrê nûhkirin, zanist û sanayiyê yê Kanadayê François-Philippe Champagne li ser bersivdana DYAyê ya bacê, civîna çapemeniyê ya hevpar kirin.
Wezîra darayî LeBlanc ragihand ku wê sibê piştî nîvê şevê, seet 00.01ê û pê de, berhemên Kanada ji DYAyê dikire an îtxal dike, bi miqdarê 29,8 milyar dolarê Kanadayê, wê baca gumrikê ya îlawe deynin ser wan. Di nav lîstê de ekîpmanên sporê, komputerê û berhemên hesinê palandî hene.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.