Li Bexdayê rojnamevanekî hat kuştin

PeyamaKurd – Li Iraqê li payîtext Bexdayê li devera Arasatê, didema nunaqeşeyekî de xebatkarê Ajansa Xeberan yê Iraqê (INA) yê bi navê Leys Muhammed Riza hat kuştin.
Ajans, ji hêzên asayîşê xwest ku bilez lêpirsîna bûyerê bikin û berpirsan teslîmê edaletê bikin.
Rêvebiriya Polîsê Bexdayê yê devera Resafe ragihand ku êrîş ya terorê nîne, Muhammed Riza bi kesekî re munaqeşe kiriye û di encamê de hatiye kuştin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike, ji bo gumanbar bigrin xebat dewam dike lê heya niha kesekî negirtine.
INA, bûyerê şermezar kir û got ku şehîd Leys Muhammed, girêdayê karê xwe bû, bi fîdakarî dixebitî û herkes jê hezdikir.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.