Ji Mezlûm Ebdî peyama 21emîn salvegera serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê

Ji Mezlûm Ebdî peyama 21emîn salvegera serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo salvegera serhildana 12ê Adara 2004an peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî got, serhildan navnîşaneke berz bû di pêvajoya têkoşîna aştiyane ya gelê Kurd de û diyar kir, ew ê têkoşîna xwe ya pêkanîna dadmendiyê dewam bikin û mafê hemû sûriyan biparêzin.

Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn, bi boneya salevgera serhildana 12ê Adarê, ew hemû şehîdên sala 2004an bi bîr tînin û got, serhildan navnîşaneke berz bû di pêvajoya têkoşîna aştiyane ya gelê Kurd de, li dijî siyasetên rejîma Baas a têkçûyî.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew teqez dikin wê têkoşîna xwe ya pêkanîna dadmendiyê dewam bikin û mafê hemû sûriyan bi rêya diyalog û rêbazên aştiyane biparêzin.

Serhildana 12ê Adarê li Rojavayê Kurdistanê

Di 12 Adara 2004an de, li stadyuma Cîhad a li bajarê Qamişloyê, di dema lîstika futbolê ya di navbera tîmên Cîhad û Fitiwê de, alîgirên Tîma Fitiwê yên ku hemû alîgirên wê Erebên Dêrezorê bûn sivikayetî bi ala û kesayetên Kurdistanê kirin û êrîşî kurdan kirin û lîstikgeh bû meydana şer.

Hêzên ewlehiyê yên rêjîma Beas jî bi guleyan êrîşî girseya kurd kir, ku hejmarek ji kurdan şehîd bûn û hejmarek mezin jî birîndar bûn.

Xelkê Qamişlo piştre derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşan dan. Rejîma Sûriyeyê û eşîrên Ereb jî êrîşî kurdan kirin. Kurdan ji Qamişlo û heta tevahiya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê, heta Efrînê û kurdên bajarên Heleb û Şamê jî xwepêşandan kirin û serî hildan.

Di serhildana 12ê Adarê de, di encama êrîşên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê, zêdetirî 42 welatiyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rejîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes ji welatiyên sivîl ên kurd girtin. Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve zêdetirî 10 rojan berdewam kir ku tevahiya gelê Kurd beşdarî kir.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.