Di hilbijartinên Gronlandê de serxwebûnxwaz bi ser ketin

Di hilbijartinên Gronlandê de serxwebûnxwaz bi ser ketin

PeyamaKurd – Di demeke ku Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, daxwaza tevlîkirina Gronlandê bo axa Amerîkayê dike de, hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin.

Di hilbijartinên parlamentoya Herêma Gronland a girêdayî Denmarkê de, ji bo 31 kursiyan ji 56 hezar welatiyan, 44 hezar hilbijêr çûn ser sindoqan.

Di hilbijartinên bo hikûmeta herêmî de 6 partiyan beşdarî kir û Partiya Demokrat a serxwebûnxwazên Gronlandê bi wergirtina piraniya dengan bi ser ket.

Hêjayî gotinê ye, aliyên siyasî yên Gronlandê bi tundî li dijî daxwaza Trump a tevlîbûna Amerîkayê derdikevin û dibêjin, welatê wan ne yê firotinê ye. Trump jî soza avadankirinê dide 56 hezar welatiyên Gronlandê û welatê wan ji bo madenan û pêgeha stratejîk li hemberî Çîn û Rûsyayê, ji bo Amerîkayê pir girîng dinirxîne.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.