Erdogan banga ‘endamtiya tam’ a YEyê kir!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Eger Yekîtiya Ewropayê (YE) bixwaze pêşî li windakirina hêz û bilindahiya xwe bigire, ancax bi endametiya Tirkiyeyê ya tam dikare vê bi dest bixe."
Erdogan doh li Kulliyeya Serokomariyê bi merasimeke fermî pêşwaziya Serokwezîrê Polonyayê Donald Tûsk ê ku bi serdaneke fermî li Tirkiyeyê ye kir û pişt re hevdîtineke dualî pêk anî.
Erdogan piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku hat lidarxistin de derbarê hevdîtina dualî de ev daxuyanî da:
"Bi hêza ku em ji dîroka xwe ya kûr a bi Polonyayê re ku 6 sedsal in digire dest, me wekî du hevalbend û şirîkên stratejîk her mijarên li ser herêma xwe bi eşkereyî nirxand. Di hevdîtinên xwe yên bi birêz Tusk û şandeya pê re, me îradeya xwe ya xurtkirin û pirrengkirina têkiliyên Tirkiye-Polonya piştrast kir. Me gavên hevpar ên ku em ê di vî warî de bavêjin nirxandin. Em jî plan dikin ku di heyama pêş de serdana Polonyayê bikin. Di warê bazirganî, veberhênan, hevkariya parastinê û têkiliyên mirovî de potansiyela me ya xurt heye. Îro me bi berfirehî li ser van nîqaş kir. Derfeta me hebû ku em gavên ku ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê werin avêtin nîqaş bikin. Me li ser geşedanên pêşerojê yên ewlekariya Ewropayê û mijarên herêmî, Sûriye û Filistîn jî di nav de, nêrînên xwe parve kirin."





